Çapemeniya Koreya Bakûr gotara Kîm Jong belav kir.
Li gor çapemeniya Koreya Bakûr, îro pêncşemê Serokê vê welatî Kîm Jong-un ragihandiye ku artêşa welatê wî, amadeye bo belave kirina hêzên xwe yên bo rûbirû bûna her cure êrîşeke etomî.
Li gor nûçeya çapemeniya Koreya Bakûr, Kîm herwiha ferman bi artêşa welatê xwe daye daku xwe bo cengeke etomî amade bike.
Kîm ev yek diyar kiriye ku niha artêşa me bo her egerekê amadeye û hêzên me yên taybet yên etomî jî bo her cure cengeke etomî amadene.
Nav hatî di beşeke din ji gotara xwe de êrîş kiriye ser rayedarên Koreya Başûr û eşkere kiriye ku hewldanên wan yên bo lawaz kirina Koreya Bakûr bêencam dibin û di demeke goncaw de bersifeke dijwar didin wan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin