Serokê Sûriyeyê bersifa gefên Erdogan dide.
Gefên Serokkomarê Tirkiyeyê yên bo lidar xistina operasiyoneke din ya leşkerî li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û rejîma Sûriyeyê jî bersifa gefên Erdogan dide.
Di vê derbarê de çapemeniya Sûriyeyê belav kiriye ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esed ji artêşa vê welatî re gotiye ku bo bersif dana her cure operasiyon û dagîrkeriyeke nû ya Tirkiyeyê amade be û lazime bersifeke gelek dijwar ji her cure operasiyon û êrîşên artêşa Tirkiyeyê re were dayîn.
Artêşa vê welatî jî ragihandiye ku, hêzên artêşê amadene bersifa Tirkiyeyê bidin û bo vê yekê jî amadekariyên xwe bidawî aniye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin