Daxwazeke Amerîkayê ji Beljîkayê heye

ev rayedarê Îranê amadekariya teqînan di xwepîşandanan de kiriye.
کوردستان TV
100%

Dibêje ev rayedarê Îranî radestê me bike.

Piştî ku polîsên Beljîkayê rayedarekî balyozxaneya Îranê ya li Beljîkayê bi tawana hewldan bo pêk anîna teqînan di dema xwepîşandana koma Mucahêdên Xelq de binçav kir, hikûmeta vê welatî jî dest bi hewldanên xwe bo radest kirina wî rayedarên han ku, navê xwe Esedulah Esediye, bi Îranê kir.

Beljîka dixwaze bi radest kirina Esedî, welatiyeke xwe yê ku li Îranê girtiye azad bike. Lê Amerîka li dijî vê pêngava hikûmeta Beljîkayê ye û dibêje lazime Esedî radestî Îranê neyê kirin belku radestî Amerîkayê were kirin.

Çapemeniya Beljîkayê jî dibêje Amerîka jî dixwaze Esedî weke kartek bo azad kirina welatiyên xwe yên girtî li Îranê bikar bîne.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.