Behsa diyar kirina Berbijêrê postê Serokwezîriya Îraqê kirin.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mark Bryson Richardson kir.
Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê û balyozê Brîtanyayê behsa pêşhatên dawî yên li Îraqê, diyar kirina Berbijêrê Serokwezîriya Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û kêşeyên heyî bi taybetî yên derbarê petrol û gazê de, êrîş kirine ser rafîneya Kormor û herwiha topbaran kirina havîngeha Berox ji aliyê Tirkiyeyê ve nirxandin.
Her du alî derbarê çareser kirina kêşeyan û ava kirina hikûmeteke nû li Îraqê ku bibe sedema dabîn kirina aramiya siyasî û ewlekarî û xizmetgozarî pêşkêşî welatiyan bike hemfikir bûn.
Her di heman civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez li ser berdewamiya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ya bo çareser kirina kêşeyên heyî bi taybetî yên di warê petrol û gazê de kir û ragihand ku lazime çareser kirina kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê karê herî lipêş ya hikûmeta nû ya Îraqê be.
Hilbijartinên pêş yên Kurdistanê, girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistanî, rewşa Şingalê, têkiliyên Kurdistanê yên li gel Îraq û welatên din yên cîran, rewşa Sûriyeyê û çend babetên din mijarên din yên vê hevdîtina han bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin