Dibêje bila CE biryar bide ku Tirkiye hêzên xwe vekêşe.
Duhê bişev civata ewlekariya Netewên Yekgirtî li ser êrîş û operasiyonên Tirkiyeyê yên li Îraqê bi taybetî êrîşa ser havîngeha Beroxê ya li Zaxoyê civiya.
Di civînê de rixmî ku civata ewlekariyê bi tundî ev êrîş û operasiyonên Tirkiyeyê mehkûm kiriye hevdem hevl bo cîhbicîh kirina daxwaza Îraqê jî daye.
Di civînê de wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên jî amadebûye û gotarek jî derbarê êrîş û operasiyonên Tirkiyeyê de pêşkêş kiriye.
Fûad Husên daxwaz ji civata ewlekariyê kiriye daku biryare derbarê derxistina hêzên Tirkiyeyê ji Îraqê derbike û bo derxistina pkk jî ji Îraqê hevkariya wan bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin