Mihemed Şeya Elsûdanî bûye berbijêrê çarçoveya hemahengî.
Li gor zaniyariyên berdest, duhê çarçoveya hemahengî ( aliyên şîe û yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê) li Bexdayê civînek bo diyar kirina kesek weke berbijêrê serokwezîriya Îraqê lidar xistin.
Di civînê de tevahiya aliyên beşdar bi piraniya dengdan berbijêr kirina kesek bi navê Mihemed Şeya Sûdanî bo postê Serokwezîriyê erê kirine.
Çarçoveya hemahengî ji Sûdanî re gotiye ku lazime xwedan îrade û însiyatîf be lê lazime hikûmet bi awayeke bikomî were îdarekirin û biryarên girîng bi hevbeşiya aliyên beşdar di çarçoveya hemahengî de werin stendin.
Sûdanî sala 1970 li parêzgeha Mîsanê ya Îraqê jidayik bûye, endaziyarî warê çandiniyê ye.
Di nava hikûmetên berê yên Îraqê de li wezaretên curbicur 10 postên curbicur wergirtiye.
Sala 2019an jî bo postê Serokwezîriyê xwe berbijêr kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin