Şandeke leşkerî ya Îraqê serdana Zaxoyê dike

li Batîfayê lêkolîn li ser rewşa deverên sînorî kiriye.
کوردستان TV
100%

Lêkolînê li ser rewşa ewlekarî ya deverê dike.

Şandeke leşkerî ya Îraqê bi mebesta lêkolîn kirin li ser rewşa ewlekarî ya deverê serdana îdareya serbixwe ya Zaxoyê kir.

Ev şanda han ya leşkerî çûye navenda hêzên pasevanên sînor ya li Batîfayê û ji nêz ve lêkolîn bo rewşa deverên sînorî yên di navbera Îraq û Tirkiyeyê de kirin.

Weke tê zanîn ku duhê jî civata ewlekarî ya Netewên Yekgirtî êrîşa Tirkiyeyê ku bibû sedema şehîd bûna 9 welatiyan û birîndar bûna 23 welatiyên din mehkûm kiribû, lê Tirkiye ev yek red kiribû û gotibû pkk ev êrîşa han pêk aniye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.