36 çalakvanên Kurd hatin darizandin

ev çalakvanên han payîza sala derbasbûyî hatibûn girtin.
کوردستان TV
100%

Roja yekşemê li Sineyê hatine darizandin.

Ev 36 çalakvanên siyasî û medenî yên Kurd yên ku payîza sala derbasbûyî li bajarên curbicur yên Rojhilatê Kurdistanê de hatibûn girtin, roja yekşemê li Sineyê ji aliyê dadgeha şoreşê ya rejîmê ve hatin darizandin.

Ev 36 çalakvanên Kurd payîza sala derbasbûyî di dema hemleya hêzên rejîmê ya bo girtin û binçav kirina welatî û çalakvanên Kurd hatibûn girtin û tawanên curbicur li ser wan hatine ferizkirin.

Di yekem civîna dadgehê de ev her 36 çalakvanên Kurd bêyî ku bikaribin ji xwe re parêzer diyar bikin û bêyî beşdarî parêzeran hatin darizandin û bêyî ku dadgeh ti biryarek bide, prosesa darizandinê hate pêaşxistin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.