Bertekên dijî Tirkiyeyê li Îraqê her diçe zêdetir û tundtir dibin.
Duhê odeya bazirganî û pîşesaziya Îraqê derbarê topbaran kirina hevîngeha Berox ya li Zaxoyê ku têde 9 welatî canê xwe ji dest bûn û 23 welatiyên din jî birîndar bibûn daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de odeya bazirganî û pîşesaziya Îraqê daxwaz ji kerta taybet ya Îraqê kiriye daku dawî bi hevkariyên xwe yên li gel kompaniyên Tirkî bîne û mal û berhemên Tirkî hawirdeya Îraqê neke û wan boykot bike.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku niha rêjeya liv û tevgerên bazirganî di navbera Îraq û Tirkiyeyê de 20 miliyar dolare lewre boykot kirina kompanî û berhemên Tirkî vê derbeke dijwar ya abûrî bide Tirkiyeyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin