Dibêje lazime kompaniyên Tirkî ji Îraqê werin derxistin.
Bertekên aliyên siyasî yên Îraqê li dijî topbarana Tirkiyeyê berdewamin û her diçe ev bertekên han tundtir dibin.
Di vê çarçoveyê de hevpeymaniya Fetih ya li parlementoya Îraqê ku yek ji hevpeymaniyên bihêz yên şîeyane, ragihandiye ku lazime tevahiya sînorên Îraqê bo Tirkiyeyê werin daxistin û kompaniyên Tirkî yên ku li Îraqê kar dikin ji Îraqê werin derxistin.
Serokê vê hevpeymaniya han Hadî Amerî diyar kiriye ku tenê mehkûm kirina êrîşa han têrê nake lewre lazime li dijî Tirkiyeyê pêngavên pratîkî yên cidî werin avêtin.
Weke tê zanîn duhê artêşa Tirkiyeyê havîngeha Berox ya li Zaxoyê bordiman kiribû û di encama bordimana han de 9 welatî canê xwe ji dest dabûn û 23 welatiyên din jî birîndar bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin