Îran balyozê xwe yê li Swêdê vekêşa

têkiliyên dîplomatîkî yên di navbera Îran û Swêdê de hatin rawestandin.
کوردستان TV
100%

Swêd cezayê girtîgehê daye rayedarekî Îranî.

Piştî darizandin û zîndanî kirina rayedarekî rejîma Îranê bi navê Hemîd Nûrî ji aliyê dadgeha Swêdê ve, alozî kete navbera Îran û Swêdê.

Hemîd Nûrî ku berpirsê berê yê girtîgehên Îranê û herwiha endamê komîteya wenêrîn kirin bo rewşa girtiyên siyasî li Îranê bûye û fermana îdam kirina hezaran girtiyan îmze kiriye, beriya demekê li Swêdê hatibû girtin û dadgeha Swêdê jî jiber tawanên navnetewî yên dijî mirovatî cezayê girtîgehê ya heta hetayî dabû wî rayedarê Îranî.

Pişt re jî Îran weke diyar kirina narezatiya xwe balyozê Swêdê yê li Tehranê vexand wezareta derve û duhê jî Îran balyozê xwe yê li Swêdê vekêşand û  niha têkiliyên dîplomatîkî di navbera wan her du welatan de hatine rawestandin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.