Serokê herêmê di merasima pêşwaziyê de beşdare.
Îro termên 9 welatiyên medenî yên ku di encama topbarana duhê ya Tirkiyeyê de li Zaxoyê canê xwe ji dest dabûn, gehêştin balefirxaneya Hewlêrê.
Li balefirxaneya Hewlêrê jî merasîmeke fermî bo pêşwazîkirina terman hatiye organîzekirin û Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û gelek rayedarên Kurdistan û Îraqê jî di merasîmê de beşdarin.
Pişt re vê termên han bo Bexda û başûrên Îraqê werin şandin.
Weke tê zanîn duhê artêşa Tirkiyeyê havîngeha Berox ya li Zaxoyê topbaran kiribû û di encama topbaranê de 9 welatiyên medenî ku şêniyên başûrê Îranê ne canê xwe ji dest dan û 23 welatiyên din jî birîndar bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin