Îro li Îraqê taziyeya giştiye

Îraq vê helwestên gelek dijwar raberî Tirkiyeyê bike.
کوردستان TV
100%

Duhê Serokwezîr ev biryara hand aye.

Duhê di civîna aliyên têkildar yên Îraqê ya bi Serokatiya Serokwezîr Mistefa Kazimî ya derbarê topbaran kirina havîngeha Berox û şehîd û birîndar kirina welatiyên medenî, ji aliyê Tirkiyeyê ve çend biryarên girîng hatin derxistin.

Yek ji wan biryara vexwandina balyozê Tirkiyeyê ve bo wezareta derve, herwisa vekirina dozeke fermî li dijî Tirkiyeyê li civata ewlekariya NY û amadekariyên pêwîst bo bikar anîna karta abûrî dijî Tirkiyeyê.

Her di heman civînê de biryar hatiye dayîn ku îro pêncşem li Îraqê taziyeye giştî bo şehîdên topbarana duhê were ragihandin.

Weke tê zanîn di encama topbaran kirina havîngeha Berox ya li Zaxoyê de herî kêm 8 welatî canê xwe ji dest dan û 23 welatî jî birîndar bûn.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.