Kompaniyên Almanî li Kurdistanê sermayegozarî dikin

vê çend projeyên mezin li Kurdistanê de cîhbicîh bikin.
کوردستان TV
100%

Vê çend kompaniyên Almanî li Hewlêrê werin vekirin.

Navenda ragihandinê ya Yekîtiya odeyên bazirganî ya Kurdistanê Eskender Mihemed ragihand ku, jiber rewşa siyasî û abûrî û herwiha derfetên karî yên ku li herêma Kurdistanê de hene, kompaniyên Almanî biryar dane daku şaxên xwe li Kurdistanê de vebikin.

Eskender Mihemed herwiha diyar kir ku, biberdewamî şandên bazirganî yên Almanî serdana Kurdistanê dikin û civîn û hevdîtinên curbicur di warê abûrî û bazirganî de li gel aliyên têkildar yên Kurdistanê lidar dixin.

Mihemed anî ziman ku di serdana dawî ya şanda Almanî de, şanda Almanî ragihandiye ku çend kompaniyên mezin yên Almanî biryar dane daku navendên xwe li Kurdistanê de vebikin û dest bi cîhbicîh kirina projeyên curbicur li Kurdistanê de bikin.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.