Êrîşî ser navendeke leşkerî ya Tirkiyeyê hate kirin

heta niha hijmara kuştî û birîndarên Tirkiyeyê nayê zanîn.
کوردستان TV
100%

Êrîş li Bamernê pêk hatiye.

Li gor nûçeyeke skynews, duhê bişev bi dronan êrîşî ser navendeke leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Bamernê hatiye kirin.

Heta niha zaniyarî derbarê kuştî û birîndarên artêşa Tirkiyeyê de nehatine bidestxistin.

Ev êrîşa han piştî vê yekê hat ku duhê nîvro artêşa Tirkiyeyê Havîngehek li Zaxoyê topbaran kiribû û di encam de 9 welatiyên medenî canê xwe ji dest dabûn û 23 welatiyên din jî birîndar bibûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.