Olena Zelenska xelata mafên mirovan wergirt

olena Zelenska di kongrêsa Amerîkayê de gotarek jî derbarê rewşa Ukraynayê de pêşkêş kir.
کوردستان TV
100%

Xelat pêşkêşî gelê Ukraynayê hatiye kirin.

Hevjîna Serokê Ukraynayê Olena Zelenska ku duhê serdana kongrêsa Amerîkayê kiribû, piştî pêşkêş kirina gotarek derbarê rewşa Ukraynayê de, xelateke girîng jî wergirt.

Ev xelata han xelata mafên mirovane yaku ji aliyê navenda bîranîna qurbaniyên komonîzmê ve hatiye pêşkêşkirin.

Xelat bo berxwedana gelê Ukraynayê ya li dijî dagîrkeriya Rûsyeyê hatiye dayîn.

Olena Zelenska di gotarekê de diyar kiriye ku şerefmende li ser navê gelê Ukraynayê di kongrêsa Amerîkayê de gotar pêşkêş bike û xelata mafên mirovan jî li ser navê gelê Ukraynayê bistîne.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.