Derbarê serdana Putin bo Îranê de rayedarên Amerîkî daxuyanî dan.
Li gor çapemeniya Amerîkayê rayedarên vê welatî derbarê serdana Serokê Rûsyeyê Wladimir Putin bo Îranê de ragihandiye ku ev serdana han nîşaneya bitenê mayîn û tecrîd kirina Rûsyeyê ye li cîhanê de.
Ev rayedarên Amerîkî herwiha diyar kirine ku serdana han û daxwaza Rûsyeyê ya ji Îranê bo pêdana dronan nîşaneya bêkarîn bûna siyasî û leşkerî ya Rûsyeyê ye.
Ev rayedarên han tekez kirine ku Putin naxwaze dawî bi şerê Ukraynayê bîne lewre Amerîka û welatên din yên cîhanê jî hewl didin daku dorpêçên nû li dijî Rûsyeyê ferz bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin