Putin jî behsa çareseriya siyasî dike.
Duhê di çarçoveya civîna sê alî ya navbera Rûsye, Îran û Tirkiyeyê de yaku taybet bû bi rewşa Sûriyeyê, nîqaş li ser operasiyona leşkerî ya Tirkiyeyê hate kirin.
Beriya komcivînê, Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî huşdarî daye Erdogan û jê re gotiye ku, nabe operasiyon were kirin jiber ku, operasiyona leşkerî vê zirarê bide Tirkiye, Sûriye û welatên din yên deverê.
Herwiha Serokê Rûsye Wladimir Putin jî eşkere kiriye ku Rûsye dixwaze kêşeya Sûriyeyê bi rêya diyalog û dîplomatîkî were çareserkirin û rêbazên leşkerî çareserî bi xwe ra nahênin.
Her duhê Cîgirê Serokwezîrê Rûsyeyê jî derbarê operasiyonê de huşdarî dabû Tirkiyeyê û ragihandibû ku Rûsye li dijî her cure pêngaveke leşkeriye jiber ku, pêngavên leşkerî dibin sedema têk birina pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin