Serokwezîr li gel balyozê Franseyê civiya.
Îro 19ê Tîrmeha 2022an me pêşwaziya balyozê Franseyê yê li Îraqê Éric Chevalier kir
Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Franseyê birêz Olivier Decottignies jî têde beşdar bû, pêşhat û guhertinên dawî yên li Îraqê û pere pêdana têkiliyên navbera Franse û herêma Kurdistanê hatin nirxandin.
Kêşeyên herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û çareser kirina wan kêşeyan li ser esasê destûrê mijareke sereke ya civînê bû û di vê derbarê de rixmî diyar kirina helwesta herêma Kurdistanê ya bo çareser kirina bingehîn bi rêya diyalogê û li gor destûrê, me tekez li ser vê yekê jî kirk u mayîna kêşeyan bêyî çareserî û aloz kirina rewşa heyî di berejwendiy, aramî û tenahiya welatiyên Îraqê de nine.
Di derbarê prosesa siyasî û hewlên ava kirina hikûmeta nû de me balkêşande ser girîngiya rêz girtin ji pirensîbên, hevbeşî, beşdariya rastîn û hevsengî û lihev kirinê kir.
Rûbirû bûna metirsiyên terorîstên DIŞIê û girîngiya berdewamiya piştîvaniyên cîhanî bo hêzên pêşmerge mijareke din yên giftûgoya me bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin