Zêdetir ji 300 leşkerên rejîmê li sînorên Minbicê hatin bicîhkirin.
Li gor zaniyariyên berdest, amadekariyên HSD û rejîma Sûriyeyê bo rûbirû bûna operasiyonên Tirkiyeyê, berdewamin.
Di vê çarçoveyê de, hate zanîn ku duhê karwaneke din ya hêzên rejîmê gehêştiye Minbicê û li sînorên vê bajarê hatine bicîhkirin.
Ev karwana han ji 300 leşkerên Sûrî, çekên giran û yekîneya topxaneyan pêk hatiye.
Beriya niha Fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî ragihandibû ku di navbera HSD û rejîmê de lihev hatin hatiye kirin û li gor lihev hatinê, vê hêzên rejîmê li Til Refet, Minbic û Kobanê werin bicîhkirin.
Ji aliyeke din ve gefên Tirkiyeyê yên bo operasiyonê jî berdewamin û tê gotin ku artêşa Tirkiyeyê jî amadekariyên xwe kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin