Êrîş duhê bişev li bajarê Meşhedê pêk hatiye.
Li gor jêderên nûçeyan duhê bişev li bajarê Meşhedê ya li Rojhilatê Îranê, êrîşî ser biryargeha navendî ya hêzên zirêvanên Şoreşê hatiye kirin.
Di encama êrîşa han de zirarên gelek mezin yên madî ber hêzên zirêvanên şoreşê û biryargeha navendî ya bi navê Yasir ketine.
Hinek jêder behsa vê yekê dikin ku di nava biryargehê de teqînên gelek mezin pêk hatine.
Heta niha Îran di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye û hijmara kuştî û birîndaran nayê zanîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin