Serokê Amerîka û Serokwezîrê Îraqê civiyan

Biden duhê beşdarî di civîna civata hevkariya Kedavê de kiribû.
کوردستان TV
100%

Li bajarê Cide ya Siûdiyeyê civiyan.

Kêliyek beriya niha Serokê Amerîkayê Jeo Biden li bajarê Cide ya Siûdiyeyê li gel Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî civiya.

Serokê Amerîkayê Jeo Biden di çarçoveya serdana xwe de bo Rojhilata Navîn duhê çûye Siûdiyeyê û piştî civînên xwe yên li gel rayedarên Siûdî, beşdarî di civîna civata hevkariya Kendavê de kir.

Îro jî di heman çarçoveyê de li gel Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî civiya.

Tê payîn di civînê de behsa têkiliyên navbera Îraq û Amerîkayê, prosesa siyasiya Îraqê, rewşa abûrî ya Îraq û şerê dijî terorê û herwiha rûbirû bûna destwerdanên Îranê di nava karûbarên Îraqê de were kirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.