Îraq û Siûdiye rêkeftinek îmze kirin

vê xeta elektirîka Îraqê bi xeta elektirîka welatên Kendavê re were girêdan.
کوردستان TV
100%

Elektirîka Îraqê bi elektirîka Siûdiyeyê re tê girêdan.

Li gor daxuyaniya Serokatiya civata wezîran ya Îraqê, di navbera Siûdiye û Îraqê de rêkeftinek derbarê elektirîkê de hatiye îmzekirin.

Li gir rêkeftina han, vê Siûdiye û welatên din yên endam di civata hevkariya Kendavê de, hevkariya Îraqê dikin bo dabîn kirina elektirîkê.

Di rêkeftinê de hatiye eşkere kirin ku, vê xeta elektirîka Îraqê bi xeta elektirîka Siûdiyeyê ve were girêdan û bi vê awayî Siûdiye û welatên endam yên di civata hevkariya Kendavê de, bo dabîn kirina elektirîkê hevkariya Îraqê bikin.

Weke tê zanîn di navbera Îraq û Îranê de li ser dabîn kirina elektirîkê û gazê kêşe heye, Îraq hîn jî beşeke zêde ji elektirîka xwe ji Îranê dabîn dike û jiber qerên Îranê yên li ser Îraqê, Îran car car elektirîk û gaza xwezayî bo Îraqê kêm dike.

Ev rêkeftina ku di navbera Siûdiye û Îraqê de hatiye kirin, li ser daxwaza Amerîkayê bo kêm kirina bandora Îranê li Îraqê de, hatiye îmzekirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.