Şandeke leşkerî ya Îraqê serdana Hewlêrê kir

behsa hevkarî û hemahengiya navbera pêşmerge û artêşa Îraqê kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel rayedarên wezareta pêşmerge civiya.

Îro şandeke artêşa Îraqê bi Serokatiya Fermandariya operasiyonên hevbeş ya Îraqê serdana Hewlêrê kir.

Di çarçoveya serdana han de ev şanda leşkerî ya Îraqê li gel rayedarên wezareta pêşmerge civiya.

Di civînê de behsa çend mijarên rojevê, hevkarî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê hate kirin û tekez li ser dagirtina valatiya ku terorîstên DIŞIê fêde ji dibînin hate kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.