Duda: Polonya û Îsraîl dest bi normalkirina peywendîyên dualî dikin

bi rêya telefûnê li gel Serokkomarê Îsraîlî derbarê normal kirinê de peyviye.
کوردستان TV
100%

Serokê Polonya Andrzej Duda duhê ragihand ku Poland û Îsraîl hevbîr bûn ku peywendîyên dîplomatîk vegerînin asta normal.

Duda, di dema qebûlkirina balyozê nû yê Îsraîlî li Warsaw de got ku ew û hevtayê wî yê Îsraîlî Issac Herzog hevbîr nûn ku peywendîyên dualî bizivirînin asta normal.

Duda li ser Twitterê got: Wek pêngava yekê ya vê biryarê Balyozê Îsraîlî Yacov Livne nameya xwe ya fermi pêşkêşî min kir. Îsrael jî çaverê ye ku em jî balyozê xwe destnîşan bikin û ewê di demeke nêzîk de pêk were.

Herzog jî her bi rêka Twitterê ji Duda re sipas kir ku balyozê wî Livne pejirand û got ku di pêşvebirina têkîlîyên Îsraîl û Polanya de gaveke girîng hatiye avêtin.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

 

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.