Putin fermaneke nû derbarê Ukrayniyan de derkir

Putin ev fermannameya han duhê duşem derkiriye.
کوردستان TV
100%

Nasnameya welatî bûnê dide tevahiya Ukrayniyan.

Duhê duşem Serokê Rûsyeyê Wladimir Putin fermaneke nû derbarê Ukrayna û Ukrayniyan de derkir.

Putin di fermannameya xwe de aliyên têkildar yên Rûsî pîwerdar kiriye daku bilez nasnameya welatî bûna Rûsyeyê bo tevahiya welatiyên Ukraynayê amade bikin.

Beriya niha Putin ferman dabû daku nasnameya welatî bûna Rûsyeyê bo şêniyên her du herêmên Dontesk û Luhanskê were dayîn.

Ev di demekê deye ku şerê navbera Rûsye û Ukraynayê hîn jî berdewame û Rûsye huşdarî dide çekdarên biyanî yên ku li Ukraynayê dijî Rûsyeyê şer dikin.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.