7 Akademîsiyenên Kurd ji kar hatin avêtin

jiber ku govend girtine ji zanîngeh û karên xwe hatine avêtin.
کوردستان TV
100%

Jiber ku dîlan girtine ji kar hatine avêtin.

Li gor zaniyariyên berdest, 7 Akademîsiyenên Kurd li zanîngeha nûjdarî ya li Kirmaşanê ji aliyê rayedarên rejîma Îranê ve jikar hatine avêtin.

Hinceta ji kar avêtina ev 7 Akademîsiyenên Kurd ewe ku beşdarî di dîlaneke Kurdî de kirine û govend girtine.

Komîteya têkiliyên derve ya Zanîngehê jî ragihandiye ku li Zanîngehê de tişteke wisa nîne ku mirov govendê bigire ev Akademîsiyenên han xetên sor yên zanîngehê binpê kirine lewre jikar hatine avêtin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.