Li Pîranşarê ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, duhê yekşem, hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê, êrîşî ser Mamosteke olî yê bi navê Mele Yûnis Newxa kiriye.
Hêzên rejîmê di êrîşa han de Mele Yûnis binçav kirine û dest jî danîne ser gelek amûrên wî yên taybetî.
Mele Yûnis jiber rexne girtin ji rayedarên Îranê hatiye girtin û bo girtîgeha Urmiyeyê hatiye veguhastin.
Ji aliyeke din ve roja yekem ye cejna Qubanê li girtîgeha Tehranê jî hêzên rejîmê cezaya lêdana 74 qamçiyan li girtiyê siyasî yê Kurd Doctor Nasir Fehîmî cîhbicîh kirine.
Ev di demekê deye ku ev girtiyê siyasî yê Kurd di warê tendirostî de xwedan rewşeke nebaş ya tendirostiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin