Dibêje danûstandinên me li gel Îsraîlê gelek başin.
Ev du sale di navabera Îsraîl û Libnanê de bo diyarî kirina sînorên avî bi miyancîgeriya Amerîkayê danûstandin tênkirin.
Di vê derbarê de îro Serokkomarê Libnanê Mîşel Ewin ragihandiye ku encamên danûstandinan gelek başin û li rêkeftinê gelek nêz bûne.
Ewin diyar kiriye ku ev rêkeftina han li gor berejwendiyên Libanan û Îsraîle û ev her du alî serwet û samanên gazê li deverê de bi awayeke dadmend parve dikin û ev rêkeftina han fêdeyeke gelek baş digehîne her du welatan û deverê jî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin