Li Îbrahîm Xelîl ji aliyê Tirkiyeyê ve kêşe heye

ji aliyê Tirkiyeyê ve karûbarên welatiyan weke pêwîst nayên meşandin.
کوردستان TV
100%

Îdareya deriya Îbrahîm Xelîlê daxuyanî da.

Li gora daxuyaniya îdareya deriya sînor ya Îbrahîm Xelîlê, hikûmeta herêma Kurdistanê û stafa deriyê bo pêşkêş kirina her cure asankariyan bo hatûn û çûna welatiyan pêşkêş bike û hikûmeta herêma Kurdistanê û stafa deriyê li ser vê pirensîba han berdewam dibin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku mixabin ji aliyê Tirkiyeyê ve, weke tê payîn karûbarên hatin û çûna welatiyan nameşin lewre ji aliyê din yê deriyê ve qerebalixî çê bûye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku îdareya deriyê û hikûmeta herêma Kurdistanê jî biberdewamî li gel aliyên Tirkiyeyê bo çareser kirina wan kêşeyan di nava diyalog û danûstandinê deye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.