Serok Barzanî: Tişta girîng bo PDK parastina mafên destûrî û kerameta welatiyene

Serok Barzanî dibêje lazime piratîka we zêdetir be ji gotinên we.
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî li gel firasiyona partiya demorkata Kurdistanê civiya.

Îro şemî 2ê Tîrmeha 2022an Serok Barzanî li Pîrmamê li gel firaksiyona PDK ya li Parlementoya Îraqê civiya.

Di civînê de giftûgo erbarê rewşa siyasî ya Îraqê, pêşhat û guhertinên nava prosesa siyasiya Îraqê û hewldanên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê hate kirin.

Her di heman civînê de Serok barzanî rixmî balkêşandine ser hilbijartinên Cotmeha 2021an yên parlementoya Îraqê, behsa vê yekê jî kir ku, tevahiya hewlên PDK di nava prosesa siyasî de bo vê bûn ku encamên hilbijartinan xizmeta aramî û jiyana welatiyan û çareseriya kêşeyan bikin.

Serok Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de diyar kir ku, guhertinên siyasî û hevsengî çi dibin bila bibin em xwedan dozeke revane û li gor me lazime kêşeyên heyî bi rêya pêbend bûn bi destûrê û li ber çav girtina her sê pirnsîbên hevbeşî, lihev kirin û hevsengiyê werin çareserkirin û lazime ev pirensîbên han li ser karên hikûmeta û tevahiya aliyan diyar bikevin.

Serok Barzanî tekez li ser vê yekê jî kir ku, PDK ne li gel kêşe û aloztir kirina qirîzaye tişta bo PDK girînge, parastina mafên destûrî û kerameta welatiyane.

Di beşeke din ya civînê de Serok Barzanî bo aktiftir kirina firaksiyona PDK li parlementoya Îraqê şîret li parlementeran kir û tekez li ser vê yekê kir ku, lazime endamên firaksiyona PDK li parlementoya Îraqê xwe bi xizmetkarên welatiyan bizanin û berevanî ji mafên wan bikin û piratîka wan zêdetir be ji gotinên wan.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.