Dibêje lazime hikûmeta federalî weke beşek ji federaliya Îraqê li hember Kurdistanê tev bigere.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro pêncşem 30 Hezîranê me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê li Îraqê birêz Mark Bryson-Richardson kir.
Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê David Hantt jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên dawî yên Îraqê û pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Brîtanyayê kir.
Em her du li ser girîngiya çareser kirina kêşeyên hilwastî yên di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî bi taybetî kêşeyên taybet bi petrol û gazê li ser esasê destûrê hemfikir bûn.
Me herwiha tekez li ser vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê pêbendiyên xwe di çarçoveya destûrê de cîhbicîh kiriye û lazime hikûmeta federalî jî rêz ji mafên destûrî yên herêmê bigire û weke beşeke ji sîstema federalî li hember herêma Kurdistanê tev bigere.
Herwiha me ev yek dubare kir ku herêma Kurdistanê hertim amadeye bo giftûgo kirin û gehêştin bi rêkeftinek ku têde maf û şayisteyên destûrî yên herêmê parastî bin û di berejwendiya tevahiya welatiyên Îraqê de be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin