33 part û aliyên siyasî daxuyaniyeke hevbeş weşandin

daxwaza daxistina asmana Rojavayê Kurdistanê bo Tirkiyeyê dikin.
کوردستان TV
100%

Daxwaz dikin asmana Rojavayê were daxistin.

Gefên Tirkiyeyê yên bo destpê kirina operasiyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê didomin û di vê çarçoveyê de jî 33 part û aliyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke hevbeş bo raya giştî weşandin.

Di daxuyaniya hevbeş de par û aliyên siyasî daxwaz ji xelk û pêkhateyên Rojavayê kirine ku bi yek dengî li dijî operasiyonê rawestin.

Herwiha di daxuyaniyê de daxwaz ji civaka cîhanî jî hatiye kirin daku bo pêşî girtin ji operasiyonê û dubare bûna karesatên însanî, asmana Rojavayê Kurdistanê bo balefirên Tirkiyeyê were daxistin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.