Serokwezîr peyameke hevxemiyê pêşkêşî Şahê Urdinê kir

di bûyerê de 15 kesan canê xwe ji dest dabûn.
کوردستان TV
100%

Duhê li bendera Eqebe teqînek çê bibû.

Îro Sêşem 28ê Hezîranê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber bûyera bendera Eqebe ku bibû sedema can ji dest dan û birîndar bûna hijmareke welatiyan,  peyameke hevxemî û sersaxî name pêşkêşî Şahê Urdinê Şah Ebdulah duyem kir.

Di peyama han de Serokwezîr sersaxî daye malbet û kesûkarên qurbaniyên bûyerê, gelê Urdinê û hêviya başbûna bilez jî bo birîndaran xwestiye.

Li hember de Şah Ebdulahê duyem spas û rêzdariya xwe û gelê Urdinê bo pirsename û Serokê hikûmetê diyar kiriye.

Weke tê zanîn duhê li bendera Eqebe ya Urdinê tankereke kîmiyayî teqî bû û di encam de 15 welatî canê xwe ji dest dabûn û 25 kes jî birîndar bibûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.