Wezîrê Fransî dibêje Tirkiye bo dijatî kirina NATO hatiye pîwerdarkirin.
Aloziyên li dor dijatiya Tirkiyeyê ya li hember endam bûna Swêd û Fenledayê li NATO didomin û duhê Serokkomarê Franseyê daxwaz ji NATO kiribû ku zextan li Tirkiyeyê bike daku xwe yek alî bike.
Îro jî dîsa wezîrê derve yê Franseyê Catherine Colonna li dor vê mijarê ragihand ku Tirkiye bo dijatî kirina NATO hatiye pîwerdarkirin û naxwaze NATO bihêztir bibe.
Ji aliyê xwe ve rayedarên Tirkiyeyê jî dibêjin heta Swêd û Fenlenda helwestên xwe yên li hember PKK û PYDê neguherin razî nabin ku ev welat bibin endamên NATO yê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin