Bûyereke êrîş kirinê li Zanîngeha Selahedînê pêk hat

di êrîşê de Mamosteyek jî canê xwe ji dest daye.
کوردستان TV
100%

du Mamoste canê xwe ji dest dan.

Îro sêşem danê sibê, li berdem zanîngeha Selahedînê ya li Hewlêrê jiber bûyereke civakî kesek êrîşî ser çend Mamosteyan kir.

Di encama bûyera han de Mamosteyek canê xwe ji dest da û du Mamoste jî birîndar bûn.

Heta niha zaniyariyên zêdetir derbarê êrîşa han de nehatine belavkirin tenê tê gotin ku ev êrîşa han jiber kêşeyeke civakî pêk hatiye.

piştî belav bûna wan zaniyariyan, Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xweşnav derbarê bûyerê de ragihand ku êrîşkar Xwendekarê Zanîngeha Soranê bûye, lê li zanîngehê hatiye derkirin û hatiye zanîngeha Selahedînê ya li Hewlêrê û liwir jî nehatiye wergirtin piştî re êrîşî ser xelkê kiriye û di encama êrîşa han de du Mamoste canê xwe ji dest dane û keseke din jî birîndar bûye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.