Dibêje ji bilî rêyên leşkerî Amerîka nikare Îran kontrol bike.
Rojnameya Amerîkî The National Interest duhê 24ê Hezîranê raporteke şêwirmendî derbarê rewşa Îranê û helwestên Amerîkayê yên li dijî Îranê de belav kiriye.
Di raporta han de hatiye diyarkirin ku bi şidandin û dijwartir kirina dorpêçan, Amerîka nikare Îran kontrol bike lewre baştirîn rê bo kontrol kirina Îranê, bikar anîne bijardeya leşkereiye li dijî Îranê.
Di beşeke din ya raporta The National Interest daxwaz ji rayedarên Amerîkî hatiye kirin daku, lezê bikin di bikar anîna bijardeya leşkerî li dijî Îranê.
Di berdewamiya raportê de hatiye nivîsandin ku eger bijardeya leşkerî neyê bikar anîn vê demê dorpêçên siyasî û abûrî yên li dijî Îranê jî nikare bandoreke dijwar li ser rewşa Îranê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin