Vekêşana Sediriyan rewşa Îraqê aloztir kiriye.
Pisporên siyasî yên Îraqê behsa rewşa siyasî ya Îraqê dikin û dibêjin rewşa siyasî ya niha ya Îraqê gelek aloze û bilihev kirin jî zehmete aloziyên han werin çareserkirin.
Pispor derbarê vekêşandina tevgera Sedir ji parlementoya Îraqê huşdarî didin û dibêjin ku, vekêşîna tevgera Sedir ji parlementoyê, rewşa siyasî ya Îraqê aloztir kiriye û lazime bo serrast kirina prosesa siyasiya Îraqê, dîsa hilbijartinên pêşwext were kirin.
Ji aliyeke din ve hin kes behsa vê yekê dikin ku vê tevgera Sedir bi Fermana Serokê vê tevgerê di pêşer rojeke nêz de dest bi xwepîşandanên girseyî yên mezin li Îraqê de bike ku ev jî dime sedema têkçûna yekcarî ya rewşa Îraqê.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî, parlementoya Îraqê civiya û di civînê de parlementerên nû di şûna parlementerên tevgera Sedir de sonda qanûnî xwarin.
Ev di demekê deye ku par di cotmehê de hilbijartin hatin kirin û heta niha li Îraqê hikûmet pêk nehatiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin