Tirkiye 8 sîxorên Îranî binçav kir

Îsraîl beriya niha gotibû ku Îran vê li Tirkiyeyê welatiyên me bikuje.
کوردستان TV
100%

Xwe amade kiribûn ku êrîşî ser welatiyên Îsraîlê bikin.

Li gor nûçeya çapemeniya Tirkiyeyê hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê piştî huşdariyên Îsraîlê li dor amadekariyên rejîma Îranê û îtlaata Îranê bo êrîş kirine ser welatiyên Îsraîlî yên li Tirkiyeyê, dest bi operasiyonên çavdêriyê kirine.

Çapemeniya Tirkiyeyê eşkere kiriye ku di encama wan operasiyonên çavdêriyê de îro pêncşem, hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê çend operasiyon lidar xistine û karîne 8 welatiyên Îranî ku sîxorên îtlaatê bûne û xwe amade kirine ku êrîşî ser welatiyên Îsraîlê bikin, binçav kirine.

Weke tê zanîn ev zêdetir ji du mehane ku Îsraîl bi berdewamî huşdarî dide welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê û daxwaz ji wan dike bilez ji Tirkiyeyê dervekin û dibêje Îran xwe amade dike ku êrîşî ser welatiyên Îsraîlî yên li Tirkiyeyê bike.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.