Êrîşî ser rayedareke Îranî hate kirin

dibêjin rewşa wî gelek xirabe û li nexweşxaneyê ye.
کوردستان TV
100%

Bi dijwarî hatiye birîndarkirin.

Malpera Erebiya li ser zarê çend jêderên Îranî belav kir ku, îro pêncşem li Tehranê çend kesên nenas êrîşî ser Fermandarê giştî yê îtlaata spaha Pasdaran ya Îranê Husên Tayib kirine.

Husên Tayib di encama êrîşa han de bi dijwarî birîndar bûye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Erebiye herwiha eşkere kiriye ku jiber bûyerên vê dawiyê yên li Îranê ku di encama wan de gelek rayedarên leşkerî yên Îranê hatibûn kuştin, ji postê xwe hatiye dûrxistin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.