Erdogan û Bin Selman civiyan

Erdogan daxwaz kiriye ku Siûdiye li Tirkiyeyê sermayegozarî bike.
کوردستان TV
100%

Opozîsyona Tirkiyeyê jî rexne li Erdogan dike.

Duhê welîehdê Siûdiyeyê serdana Enqereyê kir û li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan civiya.

Çapemeniya AKP behsa vê yekê kiriye ku hevdîtin gelek baş bûye û her du alî di gelek waran de lihev kirine.

Li hember de çapemeniya opozîsyonê eşkere kiriye ku tiştên ku Erdogan dixwest di vê civînê de bidest neaniye jiber ku Erdogan lipey pere digere û welîehdê Siûdiyeyê jî soz nedaye Erdogan ku pere bi rêbazên curbicur bişîne Tirkiyeyê.

Opozîsyon herwiha dibêje ku Erdogan bo dirêj kirina temena desthilata xwe gelek tewîz dan Siûdiyeyê lê Siûdiye bo Erdogan gav ne avêt. herwiha hate zanîn ku Erdogan daxwaz ji Siûdiyeyê kiriye ku li Tirkiyeyê sermayegozarî bike lê Siûdiye bersifeke zelal nedaye.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.