Daxuyaniya civata wezîran ya derbarê naveroka civîna îro de

civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr civiya bû.
کوردستان TV
100%

Îro çarşem 22ê Hezîranê me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di destpêka civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, me behsa civîna li gel birpirsên dezgehên çepameniyê kir û di vê derbarê de jî wezaret û berpirsên hikûmetê hatin pîwerdarkirin daku hevkariya zêdetir ya dezgehîn çapemeniyê bikin û asankariyên pêwîst pêşkêş bikin û zêdetir zaniyarî derbarê kar û çalakiyên hikûmet bidin dezgehên çapemeniyê û raya giştî ya Kurdistanê ku ev jî beşeke ji karnameya hikûmetê di warê şefafî û agehdar kirina raya giştî de.

Piştî Cigîrê Serokwezîr rixmî piştîvanî kirina gotinên Serokwezîr, pêşniyara çalak kirina mafê destxistina zaniyariyan ya herêma Kurdistanê ya hijmara 11an ya sala 2013an kir ku bi rêya amade kirina şîret û asankariyên cîhbicîh kirina proje qanûnê ji aliyê civata wezîran ve dibe daku bi awayeke sîtematîkî, babeta pêdana zaniyariyan bi Rojnameger û welatiyan were rêkxistin.

Di berdewamiya civînê de, wezîrê tendirostî Saman Berzencî raportek berfire derbarê rêkarên wezareta tendirostî û wezaretên têkildar bo pêşî girtin ji zêdetir belav bûna nexweşiya kolêra û kontrol kirina vê pêşkêş kir ku, têde amar û sedemên serhildana nexweşiya han, amadekarî û rêkarên û bersifdana wezaretê têde hatibû eşkere kirin.

Civata wezîran rixmî dest xweşî kirin ji wezareta tendirostî, bo kar û pêşkêş kirina zimetgozariyan bo rûbirû bûna ev nexweşiya han, pêşniyarên nava raporta wezareta tendistî jî pejrand û wezaret û aliyên têkildar pîwerdar kir bo berdewam bûn li ser rêkarên pêşî girtin ev nexweşiya han û çareser kirina sedemên nexweşiyê bi taybetî paqêj kirina çavkaniyên avê û hişiyar kirina welatiyan di vê derbarê de.

Di beşeke din ya civînê de wezîrê samanên xwezayî Kemal Mihemed Salih jî encamên biryara civîna berê ya civata wezîran derbarê kêşeya benzînê de pêşkêş kir û rixmî dest xweşî kirin ji wezareta han, wezareta samanên xwezayî hate pîwerdarkirin daku berdewam bin li ser ev rêkarên han yên bo zêdetir kirina asta berhem anîna navxwe û kontrol kirina buhayê sûtemeniyê.

Di rojeva duyem ya civînê de me behsa girîngtirîn kar û projeyên reforman yên ku ji aliyê wezaretên kabîneyê ve hatine kirin, kir û di vê derbarê de jî raportek hate pêşkêşkirin ku vê pişt re pêşkêşî raya giştî jî were kirin, civata wezîran tekez li ser berdewam bûna xwe ya li ser cîhbicîh kirina plan û bernameyên reforman ku beşeke girîng û sereke ya bernameya hikûmetê ye kir.

Di beşeke din ya civîna han de civata wezîran biryar û pêşniyarên wezaret û aliyên têkildar yên taybet bi dirêj kirina dema cîhbicîh kirina biryarên civîna berê ya civata wezîran yên derbarê asankarî bo dabîn kirina pêdiviyên xwerakî yên sereke daku bar giranî anjî giraniya jiber nebûna wan xwerakan li ser welatiyan zêdetir nebe. Herwiha biryar hate dayîn daku bac li ser hawirde kirina berhemên xwerakî yên sereke heta dawiya Îlona 2022an were hilgirtin. Herwiha asankarî bo hawirde kirina sewalan bo dabîn kirina goşta sor heta 17ê Cotmeha 2022an bê bac dibe ev jî bi liber çav derbas kirina rêkarên tendirostî û piştîvanî kirin ji berhemên navxweyî, nebûna alif û çiragehan.

Di rojeva çaran ya civînê de civata wezîran tekez li ser pêbendiya hikûmetê ya bo cîhbicîh kirina qanûna parastina mafên pêkhateyan li herêma Kurdistanê ya hijmara 5 ya sala 2015an kir û biryar hate dayîn daku wezareta dad were pîwerdarkirin daku bihevkarî û hemahengiya li gel wezareta karûbarên olî û wezîrê herêmê bo karûbarên pêkhateyan û Serokê yekeyên îdarî bo amade kirina şîretên pêwîst yên b oasankarî kirin bo cîhbicîh kirina qanûna han bo parastin û berevanî kirin ji wan navçey û herêmên ku têde pêkhateyên curbicur nîştecîhne û lazime pêşiya her cure reftar û siyaseteke nerênî ku bibe sedema guhertina rewşa wan deveran û demografiya wan.

Di mijara dawî ya civînê de Sekreterê civata wezîran raportek derbarê girîngiya berdewam bûna prosesa wenêrîn kirinê bo tevahiya qonaxên prosesa petrol û gaze li herêma Kurdistanê û pêşde birina şefafiyet di rêya berdewam kirina pêşkêş kirina raport, zaniyarî, data û amarên taybet bi berhem anîn û henarde kirin û firotina petrol, xercî û dahatan bo raya giştî, pêşkêş  kir û civata wezîran jî rixmî destxweşî kirin li Sekreterê civata wezîran, biryar da daku li ser vê projeya niha ya wenêrîna li ser hûrgilî, wenêrîn kirina qonaxên curbicur yên hêlbirîna petrol û gaze, dahat û xerciyan berdewam be, piştî li ber çavan re derbas kirina girêbestên ximzetgozarî û wenêrîna kompaniya dellote, ku di ware buha û têçûya xizmetgozariyan û pêşkêş kirina raporta mehane de, derbarê hêlbirîn, henarde kirin , firotin, xercî û dahatên petrol û gazê de, bo raya giştî û berfiretir kirina kar û çalakiyan û zengîn kirina raportên mehane. Herwiha tekez li ser perwerde kirina fermanberên dîwana çavdêriya darayî ya herêmê hate kirin bo bilind kirina asta karînên wan û nûjen kirina zagon û rênimayî û pîwerên darayî yên berkar li herêma Kurdistanê de li gor pîwerên nû û hevçerx yên di vê warê de.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.