Dema pîwerdariya wî li Îraqê bi dawî hatiye.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Danimarkayê yê li Îraqê Stig Paolo Piras kir ku, bo xatir xwestinê ji Serok Barzanî hatiye Kurdistanê.
Di civînê de balyozê Kanadayê rêzdariya xwe ya li hember rola Serok Barzanî ya di nava dîroka tevgera azadîxwaz ya Kurdistanê de diyar kiriye û spasiya hikûmeta herêma Kurdistnê jî kiriye ku hevkar û hemaheng bûye li gel balyozxaneya Danimarkê û hevkarî kirina wan du welatiyên Danimarkî ku li Kurdistanê de rastî kêşe hatibûn.
Her di heman civînê de behsa rewşa siyasî ya Îraqê û astengiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê hate kirin û di vê derbarê de jî Serok Barzanî derbarê beşdarî kirina herêma Kurdistanê di hikûmeta nû ya Îraqê de û prosesa siyasiya Îraqê tekez li ser vê yekê kir ku, mercên herêmê bo prosesa siyasiya Îraqê pêbend bûna aliyên siyasî yên Îraqê ye bi her sê prensîbên şeraket, hevsengî û lihv kirin.
Di beşeke din ya civînê de her du alî nîqaş li ser gefên teror û rewşa Şingalê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin