Vê li gel rayedarên Îranê behsa têkiliyên navbera Rûsye û Îranê bikin.
Li gor çapemeniya Îranê, îro çarşem 22ê Hezîranê, wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov li ser vexwandina fermî ya Îranê serdana Tehranê kiriye.
Çapemeniya Îranê diyar kiriye ku Lavrov di çarçoveya vê serdanê de vê li gel wezîrê derve û Serokkomarê Îranê bicive.
Di civînan de vê behsa têkiliyên navbera Îran û Rûsye, rewşa Sûriyeyê, mijara gaza xwezayî û çend babetên din were kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin