Rewş li kendava Erebî aloze.
Rayedarekî leşkerî yê Amerîkî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, ragihandiye ku di wan rojên derbasbûyî de li Kendavê di navbera keştiyên cengî yên Amerîkî û belemên Îranî de bûyereke metirsîdar qewmiye.
Ev rayedarê Amerîkî diyar kiriye ku 3 belemên ser bi spaha Pasdaran li kendavê bi awayeke bilez û metirsîdar xwe nêzî du keştiyên cengî û keştiyeke leşkerî ya kargo ya Amerîkayê nêz kirine bi awayek ku tenê 45 metre ji wan dûr bûne.
Ev rayedar tekez li ser vê yekê kiriye ku piştî huşdariyên tund yên keştiyên cengî, ev belemên spahê ji deverê dûr ketine.
Weke tê zanîn piştî bordiman kirina bandên balefirxaneya navnetewî ya Dîmeşqê di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de rewş gelek aloz bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin