Behsa rewşa Îraq û deverê kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Franseyê yê li Hewlêrê Olivier Decottignies kir.
Di civînê de nîqaş li ser têkiliyên navbera Kurdistanê û Franseyê û peywendiya telefûnî ya meha derbasbûyî ya navbera Serok Barzanî û Macronê de hate kirin.
Her di heman civînê de giftûgo li ser rewş û prosesa siyasiya Îraqê û astengiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê hate kirin.
Rewşa Sûriye û pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin