Îran êrîşa ser navenda etomî ya Parçîn pişt rast kir

di êrîşê de muhendisek û çend karmend jî hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Dibêje muhendiseke Îranî jî hatiye kuştin.

Fermandarê zanîngeha Îmam Husên Mihemed Reza Hesenî Ahengerî îro duşem êrîşa du roj beriya niha ya li Tehranê ya bo ser navendeke pîşesazî û etomî ya spaha Pasdaran pişt rast kir.

Ahengerî eşkere kiriye ku kanalên hêlbirîna pîşesazî ya Îranê bi berdewamî rastî êrîşan tên û beriya du rojan li Tehranê êrîşî ser navenda etomî û pîşesazî ya Parçînê jî hatiye kirin û di encama êrîşê de muhendiseke vê navendê û çend karmendên heman navendê hatine kuştin.

Parçîn herêmeke pîşesaziya berevanî ya Îranê ye ku 60 km dikeve Başûrê Rojhilatê Tehranê.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.