11 leşkerên Sûrî hatin kuştin

di teqînê de welatiyên medenî jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Di encama teqînekê de li Reqayê hatine kuştin.

Çapemeniya rejîma Sûriyeyê ragihand ku îro danê sibê li ser cadeya navbera Reqa û Himsê de teqîneke mezin çê bûye.

Di encama teqîna han de 11 leşkerên Sûrî hatine kuştin û 2 welatiyên medenî jî canê xwe ji dest dane.

Herwiha hate zanîn ku di encama teqînê de 3 leşker û du welatiyên din yên medenî jî birîndar bûne.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.