Wezîrê derve yê Îsraîlê diçe Tirkiyeyê

Îsraîl ji welatiyên xwe daxwaz dike ji Tirkiyeyê derkevin.
کوردستان TV
100%

Îsraîl li gel Misirê rêkeftin îmze kiriye.

Piştî 8 salan ji têkçûna têkiliyên navbera Tirkiye û Misir, Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan jiber gaza Îsraîlê, li hember Îsraîlê gelek tawîz da û têkiliyên xwe li gel Îsraîlê normal kir.

Çapemeniya Tirkiyeyê behsa vê yekê dike ku vê bo bihêztir kirina têkiliyên navebra Îsraîl û Tirkiyeyê, wezîrê derve yê Îsraîlê Yair Lapid roja 23ê Hezîranê serdana Tirkiyeyê bike.

Ev serdana han di demekê deye ku duhê Yair Lapid daxwaz ji welatiyên Îsraîlê kiribû daku bilez ji Tirkiyeyê derkevin û serdana Tirkiyeyê nekin jiber ku mimkune Îran êrîşî ser wan bike.

Ji aliyeke din ve, li ser mijara şandina gaza Îsraîlê bo Ewûrpayê bi rêya Misirê, hêviyên Tirkiyeyê ji nav bir û ev rêkeftina han jî bûye sedema dilgiraniya Tirkiyeyê.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.