Vê îro biçe Bexdayê û li gel aliyên siyasî yên Îraqê bicive.
Endamê şanda danûstandinkar ya partiya demorkata Kurdistanê Bengîn Rêkanî ragihand ku bi fermana Serok Barzanî, PDK şandek bo domandina danûstandinan li gel aliyên siyasî yên Îraqê ava kiriye.
Bengîn Rêkanî herwiha diyar kir ku, vê îro şanda PDK serdana Bexdayê bike û li gel aliyên siyasî yên Îraqê dest bi danûstandinan bike.
Ev şanda han ji sê kesan pêk hatiye ku Fûad Husên Serokatiya vê dike û Şaxewan Ebdulah û Bengîn Rêkanî jî têde beşdarin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin